EFRÎN – Bi sedan ciwanên Efrînê êrîşên artêşa Tirk dijî ên Efrîn û Şehba şermezar kir. Ciwanan her wiha tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan red kirin.
Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ên kantona Efrînê di çarçoveya hemleya” Welat welatê me ye, tolhildan soz me ye” xwepêşandanek orgenîze kirin û tê de êrîşên dagirkeriya Tirk a li dijî Efrînê û Herêmên Şehba, her wiha tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan şermezar kirin.
Di xwepêşandanê de, bi sedan ciwanên PYD`ê, nunerên saziyên civaka sivîl, endamên nexweşxaneya Evrîn, nunerên eşîr û ciwanên ereb û welatiyan ji navçe û bajarê Efrînê beşdar bûn.
Beşdarvanan, alên PYD`ê, TEV-DEM`ê û hêzên eşîran rakirin û pankartên li ser hatine nivîsandin” Eger azadî derdekî jinê ye, tu rê ji bilî veguhertinek şoreşgerî tune ne” û ” ciwanên PYD`ê li rex QSD`ê dijî hemû cureyên teror û dagirkeriyê disekine” hildan.
Meşê ji pêşiya navenda PYD`ê ya bajarê Efrînê birê ket û heta qada Şehîdan dewam kir. Di meşê de çalakvanan siloganên şermezarkirina dagirkeriya Tirkiye û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û silavkirina berxwedana YPG`ê qêriyan.
Li qada şehîdan û li ser navê ciwanên PYD`ê Henan Mamed daxuyanî da û tê de hat diyarkirin ku ciwanên PYD`ê bi hemû hêz û pêkhateyên xwe ve, desteka QSD`ê dijî terorê û alîgirên wê weke dewleta Tirk dikin.
Di dewama daxuyaniyê de ev yek hat gotin:” her keçek û xurtek erka parastina Efrînê li ser milê wan e û em ê weke ciwanên PYD` di xetên pêş de bin, em ji dagirkeriya Tirk re dibêjin ku te îradeya gelê Rojava dît, lewma sebir û îradeya me li hember Efrînê Tecrube neke.Em soz didin rêber Apo û şervanên YPG û YPJ`ê ku dê di navbera paşeroj û pêşerojê de pirek bin.”
Meş bi diruşmeyên azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û silavkirina berxwedana YPG û YPJ`ê bi dawî bû.
(nse)
ANHA