HELEB – Yeketiya Ciwanên Rojava li ser asta Helebê meclîsa xwe û endamên komîteyên Yeketiyê, hilbijartin.
Rêxistina Yeketiya Ciwanên Rojava ya bajarê Helebê bi armanca nirxandina karê xwe yê şeş mehan civînek lidar xist. Bi dehan ciwanên kurd, ereb û mamosteyên zimanê kurdî,endamên PYD, xwendekar û ciwanên Şêxmeqsûd, taxên rojhilat ên Helebê jî beşdarî civîna ku li navenda Ciwanan a taxa Şêxmeqsûd hate lidarxisin bûn.
Civîn bi rêzgirtinê destpê kir. Paşê Endama Rêveberiya Meclîsa TEV-DEM`ê Fehîme Silêman axivî û bal kişand ser Şoreşa Rojava ku li ser esasê mîrasa 40 salan ji tekoşîna Tevgera rizgariya Kurdistanê hatiye mezinkirin û wiha dom kir: ʺLi ser van mîrasan bi hezaran kurdên ku bersiva hêzên radîkal û dijminê gelgelan dan şehîd bûne. Ew mîras ji berê heta niha bi dirûşmeya ku me bi ciwantî destpê kir û emê bi ciwantî bi ser bikevin, bi fikira Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan pêşketiye.”
Di civînê de her wiha li ser navê Ciwanên taxên rojhilat ên Helebê Endamê Kordînasyona Yekîtiya Ciwanan a Navenda Şehîd Ferzenda Mehmûd Mihemed axivî û got ku divê ciwan fikrê xwe yê pêşerojê pêş bixin û wiha dom kir: ʺPêwîste ciwan bi xwe pirsgirêkên xwe çareser bikin. Nîqaş riya herî başji bo çareserkirina pirsgirêkane û detsnîşankirina çarenûsa ciwanan e. Divê em hemû ciwan bi hemû hêza xwe tekoşînê bikin.ʺ
Piştî axaftinan civîn bi xwendina rêziknameya hindirîn a Yekîtiya Ciwanên Rojva dewam kir. Her wiha rapora kar a 6 mehan jî hate xwendin û nirxandin li ser hate kirin. Di encama nirxandinan de kêmasî û nakokiyên heyî hatinnîqaşkirin û li ser wan hate sekinandin.
Di berdewama civînê de hilbijartin hatin lid arexistin û komîteya Meclîsa Yekîtiya Ciwanên Rojava li ser asta Helebê hate hilbijartin. 15 endam û endamên komîtê hatin hilbijartin, her wiha endamên komîteya Çand û Hunerê, Spor, Ragîhandin, Pewede, Jin, xendekar û Parstin, çalakî,PYD û KPC jî hatin hilbijartin.
Ciwanan bi diruşmeyên dilsoziya bi OCalan û berxwedana Efrîn û Şehbayê re civîn bi dawî bû.
(jo)
ANHA