EFRÎN – 20 ciwanên ji gundê Meydan Ikbis a navçeya Racoya Efrînê tevlî foca leşkerî bû da ku cihê xwe di xebatên parstina herêmê de bgirin.
Di dema ku Herêma Efrîn bi herdû kantonên xwe Efrîn û Şehbayê rastî tehdîdan tê, tevgera welatiyan a ji bo pastina herêmê zêde dibe. Di vê çarçoveyê de 20 ciwanên ji gundê Meydan Ikbis a navçeya Raco ya Efrînê tevlî focên leşkerî bûn û cihê xwe di xebatên pastina kantonê de girtin.
Ciwanên ku tevlî focan bûne, bi beşdarbûna malbatên şehîdan û Meclîsa Leşkerî ya YPG`ê li meydana gund kom bûn û tevlî şahiya ku ji bo tevlîbûna ciwanan hatiye lidarxistin bûn.
Di şahiyê de hemû ciwanên ku tevlî foca bûne li ber gel rawestiyan û bangle hemû kesî kirin ku tevlî xebatên parstinê ya herêmê bibin.
Kantonên Efrîn û Şehbayê yên herêma Efrîn a Fedral ev demeke rastî êrîşên Artêşa Tirk û komên çete yên girêdayî wê tên.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Efrînê berê bang li welatiyên Efrînê kiribû ku tedbîrên xwe yên ewlekariyê bigirin û li dijî êrîşan amadekariyan bikin. Şêniyên Efrînê jî bi çalakiyên cûrbecûr diyar kirinku ew ê bi hemû hêza xwe li dijî êrîşan bisekinin û parstina herêmê bikin.
(jo)
ANHA