Quantcast
Channel: Ciwan – ANHA
Viewing all articles
Browse latest Browse all 534

Ciwanên Kobanê piştgiriya xwe bi berxwedana serdemê re piştrast dikin

$
0
0

KOBANÊ – Yekîtiya Jinên Ciwan bi armanca piştrastkirina piştgiriya xwe bi berxwedana serdemê ya Efrînê re li navçeya El-Qenaya ya Kobanê xwepêşandanek lidar xist.

Bi dehan endamên Yekîtiya Jinên Ciwan û Yekîtiya Ciwanên Rojava li pêşiya Navenda Asayîşê ya naçeya El-Qenaya kom bûn û bi armanca piştrastkirina piştgiriya xwe bi berxwedana serdemê ya Efrînê re xwepêşandanek lidar xistin. Ciwana wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdên berxwedana serdemê û şaxên zeytûnan bilind kirin.

Xwepêşandêr ji pêşiya navenda Asayîşê ber ber navneda Yekîtiya Ciwanên Rojava ve meşiya û durişmeyên silavkirina berxwedana serdemê ya Efrînê qîriyan. Piştî ku xwepêşandêr gihîştin pêşiya navenda Yekîtiya Ciwanên Rojava li vir piştî deqeyeke rêzgirtinê Hevseroka Meclîsa Gel a navçeya El-Qenaya Suad Demir axivî û berxwedana serdemê ya Efrînê silav kir û got ku her çiqas artêşa Tirk a dagirker hovîtiya xwe li dijî welatiyên Efrînê zêde bike ew ti carî gava xwe ya ber bi azadiyê ve paşve navêjin.

Endama Rêveberiya Yekîtiya Jinên Ciwan Xedîce Xelef axivî û wiha got: “Çi dibe bila bibe emê bi rihê ciwanan li dijî dagirkeran li ber xwe bidin û em ê gotina Rêber APO ku dibêje ‘Me bi ciwanan dest pê kir û em ê bi ciwanan bi ser bikevin’ pêk bînin.”

Xwepêşandêran piştrast kirin ku ew amade ne beşdarî berxwedana serdemê ya Efrînê bibin û êrîşên hovane yên li dijî welatiyên Efrînê bişkînin.

(jh)

ANHA

2018-2-21-KOB-MESA-CIWANAN-NEVCAYA-ONAYA ‫(234470830)‬ ‫‬
2018-2-21-KOB-MESA-CIWANAN-NEVCAYA-ONAYA ‫(1)‬ ‫‬


Viewing all articles
Browse latest Browse all 534