TEBQA – Meclîsa Ciwanên Tebqa êrîşa artêşa dagirker a Tirkiyeyê bi çekên kîmyawî li dijî herêma Efrînê bi dundî şermezar kir û got ku danûstandina civaka navnetewî di mijara çekên kîmyawî li Sûriyeyê de durûtiyek e.
Artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê hovîtiya xwe li dijî herêma Efrînê ji 20’ê Çileyê ve berdewam dikin. Êrîşkaran ku derbeyên giran ji berxwedêran xwarin, çekên kîmyawî li dijî sivîlan bikar anîn. Dagirkeran di 16’ê Sibatê de li dijî welatiyên gundê Erendê gaza kilor bikar anîn û di encamê de 6 welatiyên sivîl jehrî bûn.
Meclîsa Ciwanên Tebqa êrîşên hovane yên bi çekên kîmyawî li dijî welatiyên Efrînê bi daxuyaniyekê şermezar kir.
Di daxuyaniyê de hate got ku civaka navnetewî di mijara bikaranîna çekên kîmyawî li Sûriyeyê de durûtiyê dimeşîne û ev bêdengiya civaka navnetwî li hemberî bikaranîna artêşa Tirk ji çekên kîmyawî re cesareta wê zêde dike da ku komkujiyên xwe li dijî welatiyên herêmê berdewam bike.
Di dawiya daxuyaniyê de ciwanan piştrast kirin ku ew amade ne berê xwe bidin Efrînê û beşdarî berxwedana serdemê ya Efrînê bibin û sîstema xwe ya biratiya gelan û jiyana hevbeş li Bakurê Sûriyeyê biparêzin.
(jh)
ANHA