Quantcast
Channel: Ciwan – ANHA
Viewing all articles
Browse latest Browse all 534

YCR`ê  ya Hesekê 1. Konferansa xwe li dar xist

$
0
0

HESEKÊ – Bi dirûşmeya “Bi rihê şoreşa Rojava Azad bike Rêbertî û ji ferderasyonê re bibe pêşeng” Rêxistina Yekîtiya Ciwanên Rojava ya bajarê Hesekê li dar xist.

Konferans bi beşdarbûna rêveberên Tevgera Civaka Demokratîk, Yekîtiya Ciwananên Rojava (YCR), nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên sivîl û bi sedan ciwanên bajarê Hesekê, li salona Silko ya bajarê Hesekê dest pê kir.

Salona konferansê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û cangoriyên azadiyê, pankartên bi nivîsên “Helwesta ya me ya li hember îxanetê berxwedan û tolhildan e” ,”Bi tolhildana şoreşgerî em ê têk bibin dagirkerî û rêberê xwe azad bikin” û ” Bi pêşengtiya jinên ciwan koletî têk çû” hatiye xemilandin.

Konferans bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Rêveberê TEV-DEM‘ê Cahid Hesen lidarxistina konferansê li ciwanan pîroz kir û got: “Ciwan roleke mezin û stratîjîk di şoreşa Rojava de lîstin, ji Hesekê bajarê berxwedana rola ciwanan di parastin û rizgarkirinê vê herêmê de pêşenge  bû”.

Cahid Hesen di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser serkeftinên ku gelê Rojava bi destxistine û wiha pê de çû: “Aloziya Sûriyê roj bi roj mezin dibe. Li beramberê wê gelê Rojava di her qadanan de xwe bi rêxistin dike û serkeftinên mezin bidest dixin. Şoreşa Rojava li tevahî dunyayê deng veda. Em bi projeya Federasyona Demokaratîk isbat dikin ku em di çareserkirina aloziya Sûriyê de bi israr in. Gereke em ji bîr nekin ku ev hemû bi saya berxwedana têkoşeran hatiye pêk anîn”.

Rêveberê TEV-DEM‘ê berxwedana siyasetmedar û parlementerên di girtîgehên AKP‘ê de silav kir û kiryarên dewleta Tirk şermezar kir.

Hesen peyama Orhan Elî yê ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve cezayê îdamê lê  hatiye birîn ya ji bo gelê kurd de nivîsandiye xwend. Navaroka peyamê wiha ye”Şehîdên me ji bo gel û şoreşê canê xwe feda dikin, ew hertim di bîra me de ne. Gotina wan em li vir in û em ê li ber xwe didin. Dema ez werim îdamkirin ez ji gelê xwe re dibêjim ku ez ji dektatoriya Tirkiyê ya faşîst re serî danaxim. Ez ê li gorî bîr û baweriya gelê xwe yê berxwedêr bim. Bi rihê Partiya Karkerê Kurdistanê ez diçim mirinê, ez serê xwe ji wan hovan re danaxim. Ew dixwazin temenê hovîtiya xwe dirêj bikin, lê ew ê di dawiyê de têk biçin û gelê dê bi serkeve, silavên min ji bo gelê min ê berxwedêr û leheng re.”

Rêveberê TEV-DEM‘ê Cahid Hesen di dawiya axaftina xwe de got ” Bi rihê Şehîd Ezîz dê Şoreşa Rojava biser bikeve”

Konferans bi xwendina rapora xebatên YCR`ê ya bajarê Hesekê didome.

bb)

ANHA

HSK-KONFERENSA-YEKITIYA-CIWANA (1) HSK-KONFERENSA-YEKITIYA-CIWANA (2) HSK-KONFERENSA-YEKITIYA-CIWANA (7) HSK-KONFERENSA-YEKITIYA-CIWANA (4)


Viewing all articles
Browse latest Browse all 534