HESEKÊ – Ciwanên kampa Holê di civîna ku YCR`ê li kampê lidar xist de meclîsa xwe ava kirin. Di civînê de Hevserokatiya Meclîsê û 3 cîgirên Hevserokatiyê hatin hilbijartin, her wiha 9 endamên komîteyên Meclîsê jî hatin hilbijartin.
Bi armanca rêxistinkirina ciwanên kampa Holê ya koçberên Iraqê, perwerdekirin û rêxistinkirina wan di nava kampê de, Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) civînek ji ciwanên kampa Holê ya koçeran re lidar xist. Di civînê de bi dehan koçber amade bûn.
Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Endamê YCR Mistefa Ehmed axivî û desrnîşan kir ku armanca YCR`yê rêxistinkirina ciwanan e û wiha got: “Ciwan stûnên civakê ne û bingeha avakirina wê ne, ji ber vê yekê divê em wek ciwan erkên dikeve ser milê me nas bikin, bi taybet jî di van şert û mercên şerê li Rojhilata Navîn pêk tê.”
Ehmed destnîşan kir ku rejîmên desthilatdar û dictator ên Ii herêmê hukim dikin hewil didin çîna ciwanan hedef bigrin û bixin bin bandore xwe de da ku hebûna xwe li herêmê biparêzin û siyasetên xwe di nava civakê de bicih bînin û wiha domand: “Lewma jî divê em li ser van siyasetên li dijî me ciwanan tên kirin, hişya bin, xwe birêxistin bikin û perwerdehiya xwe zêde bikin ku em karibin li hemberî van siyasetan bisekinin û bersiva wan bidin. Her wiha da ku em ji hişmendiya desthilatdariya van rejîmên desthilatdar ku dixwazin di guhê mede bicih bikin, rizgar bibin.”
Ehmed di axaftina xwe de, li ser giringiya avakirina Meclîsên taybet ên ciwanan jî axivî û wiha dom kir:“ Maclîs bingeha rêxistina me ye, di çarçoveya Meclîsan de em dikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin û xwe bi perwerdeyê pêş bixin.”
Endamê YCR`yê di dawiya axaftina xwe de ev tişt anîn ziman: “Meclîs têkliyên di navbera ciwanên ji tevahî pêkhate û gelan xurt dike, ji ber vê yekê em bang li tevahî ciwanan dikin tevlî nava Meclîsan û çalakiyên wê binbin.”
Di dawiya civînê de hilbijartin hatin lidarxistin û Sifyan Qasim Hemze, Seyf Şemsedîn wek hevserokên Meclîsê hatin hilbijartin, her wiha Elî Hemîd Mihemed, Zahir Medellah Sayîl, Ehmed Mehmûd Ebdî wek cîgirên hevserokatiya Meclîsê hatin hilbijartin.
9 Endamên komîteyên Meclîsê yên Xizmetgozariyê, Perwerde, Rêxistin, Tenduristî, Hawirdor, Werziş, Ragihandin û Displînê jî hatin hilbijartin.
(rr/dc)
ANHA