Quantcast
Channel: Ciwan – ANHA
Viewing all articles
Browse latest Browse all 534

Konferansa YCR`ê destpê kir

$
0
0

QAMIŞLO – Yekemîn konferansa rêxistina YCR`ê ya bajarê Qamişlo bi dirûşmeya`Bi ruhê berxwedaniya şehîd Sozda û şehîd Ciwan em ê Rêber APO azad bikin û civaka demokratîk û azad ava bikin` destpê kir.QAM-KOMFRANSE-JYWANA (3)

Konferans li salona Zanîngha Rojava tê lidar xistin. Hevseroka Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Ilham Ehmed, Hevserokê Desteya Parastin û Erka Xweparastine Rêzan Gulo, ciwanên PYD`ê, şagirtên zanîngeh û peymangehên Rojava û nûnerên saziyên sivîl jî tevlî konferansê bûn.

Salon bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên têkoşeran û alên YCR`ê, YPJ`ê û YPG`ê hatibû xemlandin.

Konferans deqeyekê rêzgirtine destpê kir. Piştî wê Hevseroka MSD`ê Ilham Ehmed axivî û rewşa herêmê nirxand.

Ilham Ehemd di nava gotinên xwe de got Amerîka di roja salvegera îlankirna partiya Baasê de li balafirgeha Himsê ya Sûriyeyê xist.

Her wiha Ilham Ehmed di nava gotinên xwe de balkişand ser rolê ciwanan di şoreşa Rojava de û got:ʺ Em bi hêvî ne ku di encama konferansê de biryarên girîng werin girtinʺ.QAM-KOMFRANSE-JYWANA (1)

Hevserokê Desteya Parastin û Erka Xweparastine ya kantona Cizîrê Rêzan Gulo jî axivî û wiha got:ʺ Ciwanan li qadên şer bi lehengî li hemberî terorê li ber xwe danʺ.

Konferans berdewam dike.

(np)

ANHA


Viewing all articles
Browse latest Browse all 534