Quantcast
Channel: Ciwan – ANHA
Viewing all articles
Browse latest Browse all 534

Ciwanên PYD‘ê rojbûna Ocalan pîroz kirin

$
0
0

GIRKÊ LEGÊ – Ciwanên PYD‘ê salvegera rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi şahiyekî pîroz kirin.

Bi rasthatina 4‘ê nîsanê, roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk ên herêma Girkê Legê şahiyeke li Navenda Çand û Hunera Demokatîk a Aram Tîgran a bajaroka Rimêlan lidar xistin.

Di şahiyê de, bi dehan ciwanên ji hemû pêkhateyên herêma Girkê Legê, nûnerên Saziyên Civaka Sivîl, partiyên siyasî amade bûn.GIRKELEGE-SAHIYE-CIWANE-PYD

Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê, li ser navê malbatên şehîdan, Mihemed Cemîl axivî û rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û got: “Rojbûna Rêbertî, rojbûna mirovahiyê ye, em vê rojê, li hemû malbatên şehîdan, têkoşeran li eniyên şer pîroz dikim.”

Cemîl bang li hemû ciwanan kir ku xwedî li fikirê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derkevin û asta têkoşîna xwe ya ji bo azadiya Rêber Ocalan mezin bikin.

Di şahiyê de her wiha, berpirsê ciwanên PYD‘ê yê herêma Çil Axa Nînewa Jorcis kurtejiyana jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşîna wê vegot û ev tişt anî ziman: “Rêber Ocalan ji bo wekheviya di navbera jin û zilam de têdikoşiya, banga azadiya civakê deike. Serkeftinên ku têne bi destxistin berhemên xwe ji fikirê Rêberê Ocalan digire.”

Li ser navê Kongreya Star Suheyla Şemo, li ser navê Yekîtiya Ciwanên Rojava Abdullah Silêman û li ser navê TEV-DEM‘ê Fûad Sedî axaftin hatin kirin.

Paşê, belgefîlmeke li ser kurtejiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pêşkêşkirin.

Şahî bi gerandina xelekên govendan berdewam kir.

(bb/dc)

ANHA


Viewing all articles
Browse latest Browse all 534