GIRÊ SPÎ- Ciwanên tirkmen ên cihê xwe di nava Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) de digirin yekem Meclîsa xwe ava kirin.
Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) bi hedefa avakirina Meclîsa Ciwanên Tirkmen li gundê Hemam Tirkmen a dikeve başûrê rojhilatê Girê Spî civîn li dar xistin.
Di civîna ku bi deqeyekê rêzgirtine destpê kir de bi dehan ciwan amade bûn. Rêveberiya YCR`ê ya Girê Spî Mihemed Hesen rewşa siyasî ya herêmê û bandora wê li ser ciwanan nirxand.
Hesen di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser rol û girîngiya rêxistinkirina ciwanan û xebatên avakirina meclîsê anî ziman. Piştî axatinê nîqaş hatin kirin û ciwanan nerînên xwe parve kirin.
Di dawiya civînê de 4 ciwan ji bo Rêveberiya Meclîsê hatin hilbijartin û du ji wan weke endamên Kordînasyona Giştî ya Ciwanên Tirkmen hatin hilbijartin. 5 komîten parastin, raghandin, çand û huner, werzîş û perwerde jî hatin avakirin.
(np/dc)
ANHA