QAMIŞLO – Komîteya Amadekar a kongreya ciwanên Kurd ên Rojava, bi xwendekarên zanîngeha Rojava re civiya.
Komîteya Amadekar a kongreya ciwanên Kurd ên Rojava di çarçoveya amadekariyên lidarxisdtina kongreyê de, bi xwendekarên zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo re civiya.
Civîn bi axaftina Endamê Komîteyê Şoreş Qamişlo dest pê kir. Şoreş anî ziman ku lidarxistina kongreyê ji bo yekîtî û hevgirtina ciwanan girînge, her wiha armancên wê vegotin.
Di dawiya civînê de, xwendekaran derbarê mekanîzmeya pêkanîna armancên kongreyê û rêxistinên ku dê beşdar bibin, pirsîn.
Endamê Komîteyê Şoreş Qamişlo wiha bersiva pirsên xwendekaran da: ″Dê di kongreyê de, hemû mijarên girêdayî rêxistinkirina ciwanan di hemû qadên jiyanê de, bêne nîqaşkirin. Dê YCR′ê, ciwanên partiyên Kurdî, Yekîtiya Xwendekarên Demokratîk, Partiya Biratî ya Kurdistanî, TEV-DEM, Yekîtiya Jina Ciwan, Hevbendiya Niştîmanî ya Kurdî, Kombûna Kesayetên Demokratîk û siyasetmedarên Kurd, beşdarî kongreyê bibin.″
Dirbêsiyê
Di heman çarçoveyê de, YCR′ê li peymangeha Roza Cûdî ya wêje û zimanê Kurdî ya bajarê Dirbêsiyê, bi mamosteyên zimanê Kurdî re civiya.
Di civînê de, Endamê Komîteya Amadekar a kongreyê, Şoreş Cûdî axivî û bal kişand ser rêxistinkirina ciwanan di rewşa ku herêm tê re derbas dibe, her wiha bandora wan li ser rewşa heyî vegot.
Di dawiya civînê de, girîngiya beşdariya ciwanan di kongreya ciwanên Kurd de, hat vegotin.
(mm)
ANHA