GIRÊ SIPÎ – Ciwanên Ereb ên bajarê Girê Sipî dewreya tenduristiyê, bidawî kirin.
Insyatîfa Ciwanên Ereb li Girê Sipî ji 11 Endamên Insyatîfê re, dewreyeke tenduristiyê organîze kir. Dewreyê du meh û nîvan dom kir û bi şahiyekê, bi dawî bû.
Di dewreyê de, ciwanan dersên li ser çawaniya dermankirinê di rewşên wekî ′şewat, germahî , bihntengî û hwd, perwerde dîtin.
Di şahiyê bidawîkirina dewreyê de, Hevseroka Rêveberiya Xweser a bajarê Girê Sipî Leyla Mistefa û bi dehan şêniyên bajêr, amade bûn.
Leyla Mistefa û berpirsyarên dewreyê, nasname li ser Endamên dewreyê belav kirin.
Şahî bi gerandina govendê bidawî bû.
(mm)
ANHA