GIRÊ SPÎ – Însiyatîfa Ciwanên Ereb li bajarê Girê Spî di navbera tîmên fotbolê yên bajarên Minbic û Girê Spî de matşek organîze kir.
Endamên Însiyatîfa Ciwanên Ereb, saziyên civaka sivîl û bi dehan welatiyên bajarê Girê Spî li wir amade bûn û li matşê temaşe kirin.
Matş bi serkeftina tîma bajarê Minbicê 3-2 li hemberî bajarê Girê Spî bidawî bû. Piştre komîteyeke girêdayî Însiyatîfa Ciwanên Ereb taximên herdu tîman xelat kir.
Hevseroka Meclîsa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bajarê Girê Spî Leyla Mustefa ku di merasîma xelatkirinê de amade bû, axivî û got “Ev roj ji bo bajarên Girê Spî û Minbicê rojeke pir girîng û mezin e. Piştî sê salan yekem car ciwanên me matşekê lidar dixin.”
(he/dc)
ANHA