Quantcast
Channel: Ciwan – ANHA
Viewing all articles
Browse latest Browse all 534

Ciwanên Kobanê di konferansê de hatin ba hev

$
0
0

KOBANÊ – Ciwanên li Katona Kobanê bi dûrişmeya”Em bi rihê berxwedana ciwanên bakûr sîstema fedral ava bikin û Rêber Apo rizgar bikin” yekemîn konferansa xwe li dar dixin.KOBANE-KONFERANSA-CIWANAN

Yekîtya Ciwanên Rojava (YCR) ya Kantona Kobanê yekemîn konferansa xwe li dar dixe. Konferans îro bi beşdarbûna 320 delegeyan li bi rêzgirtinê destpê kir.  Şandeyên ciwanên Kantona Cizîrê û Girê Spî yên ji pêkhateyên kurd û ereb jî tevlî konferansê bûn.

Di konferansa ku bi dirûşmeya, “Em bi rihê berxwedana ciwanên bakûr sîstema fedral ava bikin û Rêber Apo rizgar bikin” tê li darxistin de, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanê, saziyên civaka sivîl, TEV-DEM, partiyên siyasî, Desteya Ciwanan û Werzîşê, Fermandarê YPG`ê yê Kobanê Cemîl Mezlûm, şervanên YPG/YPJ’ê, endamên Asayîşê, Kongreya Star jî amade bûn.

Eywana konferansê bi wêneyên şehîdan, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên wekî, “Agirê şoreşa Rojava bi berxwedana xweseriya demokratîk a bakur bilin dibe” hatiye xemlandin.

Konferansa ku dê heta êvarê bidome û xebatên ciwanan bên nirxandin, bi axaftinan didome.

(kc/a)

ANHA


Viewing all articles
Browse latest Browse all 534