DÊRIK – Komek ciwanên Rojava li ser sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê bi nameyên ji agir silav dan berxwedan û Newroza Cizîra Botan.
Duh bi sedan welatiyên herêmên Dêrik û Girkê Legê bi armanca piştgiriya berxwedana Bakurê Kurdistanê û silavkirina Newroza Cizîra Botan, çûn gundê Endîwarê yên li herêma sînor.
Di saetên ber êvarê de welatî vegeriyan malên xwe, lê komek ciwan, çalakiya xwe ya piştgiriyê heta saetên derengiya şevê, li ser sînor domandin.
Ciwanan bi agir diruşmeyên weke ‘Bijî Seok Apo’ û ‘Newroza 2016’an pîroz be’, bi agir nivîsandin. Ciwanan berê xwe dan Cizîra Botan û bi diruşmeyan silav dan berxwedana gel.
Li vir leşkerên Tirk xwe li hember çalakiya ciwanan negirtin û ji bo ku wan bitirsîne gule berdan hewayê.
Lê belê ciwanan guh nedan vê yekê û çalakiya xwe bi coş û berzkirina diruşmeyan dewam kirin.
Ciwanan heta derengiya şevê çalakiya xwe domandin û bi gerandina dîlanê bi dawî kirin.
(dm)
ANHA