DIRBÊSIYÊ – Tevgera Jinên Ciwan ên Dirbêsiyê bi meşekê piştgirî da berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê. Di meşê de jinan li def û şûşeyan didan.
Meşa jinên ciwan ji pêşiya Navenda Yekîtiya Ciwanên Rojava destpê kir û ji wir ve berê xwe dan konê piştevaniya berxwedana Bakûr.
Çalakvanan pankartên ku li ser nivîsîbûn “Em berxwedana ciwanên Bakûr silav û destek dikin, Êrîşên Dewleta Tikr li ser sivîlên Bakûrê Kurdistanê şermezar dikin” rakirin û durişmeyên ku berxwedana Bakûr silav dikin berz kirin.
Meşvan di nava bazara bajar de derbas bûn heyanî ku gihiştin konê pitşgiriyê yê ku li bakûrê bajarê Dirbêsiyê hatiye vedan meşiyan.
Li kon meş bidawî bû û meşvan beşdarî çalakiya kon bûn.
(ne/he)
ANHA