KOBANÊ – Roja dawî ya çalakiya Konê Piştevaniya Berxwedaniya Gelê Bakûrê Kurdistanê destpê kir.
Çalakiyên Konê Piştevaniya Berxwedaniya Gelê Bakûrê Kurdistanê ku li Qada Azadî hatiye vedan di roja xwe ya sêyemîn û dawî de dewam dike. Ev çalakî bi însiyatîfa Yekîtiya Ciwanên Rojava tê organîzekirin.
Şêniyên herêmê, ciwan û şandeyên sazî û Rêveberiya Xweser berê xwe didin kon û piştgiriyê didin berxwedaniya Bakûr. Li wir li ber dengê stranên netewî û şoreşgerî govendê digerînin.
Çav li rê ye ku îro çalakî bi meş û daxuyaniyekê bidawî bibe.
(he)
ANHA