Quantcast
Channel: Ciwan – ANHA
Viewing all articles
Browse latest Browse all 534

Akademiyên Yekîtiya Ciwanan navendên hişmendiya zanistî ne

$
0
0

ALAN DAWÛD

QAMIŞLO – Akademiya Perwerdeya Fikrî û Siyasî ya girêdayî Yekîtiya Ciwanên Rojava ya Kantona Cizîrê xebatên xwe di çarçoveya avakirina kesayeta nifşên ciwan û bilindkirina asta fikrî û zanistî ya ciwanan de têdikoşe.

Bi armanca bilindkirina asta fikrî û zanistî ya ciwanan û çespandin û birêxistinkirina nifşê ciwanan, li Kantona Cizîrê 3 Akademiyên Perwerdeya Fikrî û Siyasî ya girêdayî Yekîtiya Ciwanên Rojava bi navên Akademiya Şehîd Baz Merdem a Siyasî li bajaroka Rimêlanê, Akademiya Şehîd Rênas a Parastina Cewherî li bajarê Qamişlo û Akademiya Şehîd Amed a Siyasî li bajarê Til Temirê hatin vekirin.

Yekîtiya Ciwanên Rojava bi riya van akademiyan hewl dide asta fikrî û zanistî ya ciwanan di hemû aliyan de bilind bike û ji bo bi çalakî beşdarî nava xebatên şoreşa Rojava bibin, birêxistinkirina wan xurt dike.

Her sê akademî dewreyên perwerdê ji mehekê heta 3 mehan dom dikin, ev dewre ji bo ciwanan tên vekirin. Di her dewreyekê de 25 heta 30 ciwan beşdar dibin. Di van dewreyên perwerdeyê de hişmendiya ciwanan di hemû aliyên siyasî, civakî, fikrî û leşkerî de tê pêşxistin. Her wiha kesayeta nifşê ciwan bi pênasekirina dîrok û çanda herêmê tê afirandin.

Aliyên perwerdeyê

Di perwerdeyê de waneyên siyasî û fikrî derbarê netewa demokratîk, dîrok, jin, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û semînerên derbarê rola ciwanan di hemû aliyên şoreşê de tên dayîn.

Di van perwerdeyan de her wiha dewreyên pispor di aliyên çapemenî, çand û huner û werzîşê jî tên dayîn.

Perwerdeyên ji ciwanan re tên dayîn ne tenê di akademiyan de ne lê belê li gelek navendên ciwanan ên li seranserî kantonê tên organîzekirin.

Armanc ji pêşxistina hişmendiya ciwanan

Rêveberê Buroya Çapemeniyê ya Yekîtiya Ciwanên Rojava Serbest Efrîn diyar kir ku ji bo kesayeta ciwanan a saxlem bête avakirin û rola xwe di hemû aliyên şoreşê aktîf bikin, armanc ji dewreyên perwerdeyê di Akademî û navendên girêdayî Yekîtiya Ciwanan de ew e ku hişmendiya ciwanan di hemû aliyan de bê pêşxistin.

Serbest diyar kir ku hejmara ciwanên beşdarî van perwerdeyan dibin her diçe zêdetir dibe û gelek ji ciwanên beşdarî van perwerdeyan bûne niha cihê xwe di nava hêzên YPG’ê û YPJ’ê de digirin.

Serbest di dawiya axaftina xwe de bang li hemû ciwanên ji Rojava derketine kir ku vegerin welatê xwe û destkeftiyên şoreşê û gelê xwe biparêzin.

(jh/ra)

ANHA


Viewing all articles
Browse latest Browse all 534