Quantcast
Channel: Ciwan – ANHA
Viewing all articles
Browse latest Browse all 534

Jinên ciwan meşiyan û hêrsa xwe nîşan dan

$
0
0

HELEB – Yekîtiya Jinên Ciwan şaxê bajarê Helebê bi meşeke meşeleyan hêrsa xwe li hemberî “Pergala Îmraliyê” nîşan dan.

Pêngava ciwanan li her çar aliyên Kurdistanê li hemberî pergala Îmraliyê û şermzarkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome. Di vê çarçevê de duh li bajarê Helebê Yekîtiya Jinên Ciwan meşeke bi meşeleyan bi rêxistin kir.HLB-CIWANEN-HELEBE-MESEKE-EVARE-LI-DARXISTIN (7)

Bi dehan ciwan ji taxa Şêxmeqsûd û taxên rojhilatê Helebê tevlî meşê bûn. Meş ji destpêka Navenda Yekîtiya Ciwanên Rojava a taxa Şêxmeqsûd destpê kir. Ciwanan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YJC/YCR’ê û meşele hildabûn.

Dirûşmeyên banga azadiya Ocalan dikin ji aliyê ciwanan ve li kolanên Şêxmeqsûd hatin berzkirin.

Ciwan li Qada Şehîdan a rojavayê taxa Şêxmeqsûd sekinîn û daxuyanî dan. Daxuyanî ji aliyê endama YJC`ê Gulşan Alî ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku heyanî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were girtin ew ê çalakiyên xwe berdewam bikin.

(np)

ANHA

HLB-CIWANEN-HELEBE-MESEKE-EVARE-LI-DARXISTIN (2)


Viewing all articles
Browse latest Browse all 534