BEYRÛT– Koordînsyona Ciwanên Demokratîk ên Rojhilata Navîn biryar girt ku Kongreya xwe ya duyemîn di sala 2016’a de lidar bixe.
Komîteya Çavdêriya Kongreya Ciwanên Demokrtîk ên Rojhilata Navîn, di 20-21’ê Mijdarê de civîna xwe ya damezrêner li paytexta Lubnanê Beyrûtê, lidar xist. Piştî civînê, biryarname hat derxistin.
Di biryarnemeyê de gelek biryarên ku di civînê de hatine girtin, hatin nivîsandin.
Hin ji biryarên hatin girtin ev in:
1- Danîna têkiliyan bi şandeyên ku di civîna Amedê ya ku di 13’ê Adara 2015’an de hatiye lidarxistin bûn û nikaribûn beşdarî civîna koordînasyonê ya li Beyrûtê bibin.
2- Lidarxistina Kongreya duyemîn a Ciwanên Demokratîk ên Rojhilata Navîn di sala 2016’an de.
3- Damezradina komeleya Jinên Ciwan ên Rojhilata Navîn.
4- Meha Adarê bibe meha têkoşîna Rojhilata Navîn. Girêdayî wê, serdana Kobanê û Şengalê bê kirin.
5- Piştgiriya çalakiyên rêxistinên ku di kongreyê de amade bûne.
6- Şopandina pêkanîna biryarên kongreyê.
7- Her 4 mehan civîna koordînasyonê bê lidarxistin.
(dm)
ANHA