Quantcast
Channel: Ciwan – ANHA
Viewing all articles
Browse latest Browse all 534

Lîgaya fotbolê ya Reqayê dest pê kir

$
0
0

GIRÊ SPÎ – Lîstokvanên fotbolê yên Reqayê bi navê “Reqa di dilê me de ye” lîgayeke fotbolê (dewrî) organîze dikin û matşa yekemîn lidar xistin.

Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê, di çarçoveya xebat û çalakiyên xwe de hewl dide werzişvanan bi rêxistin bike û rihê werzîşê vejîne, her wiha ji bo hobiyan li gel ciwanan pêş bixe.GRI-SPI-AVEKIRINA-NAVENDEA-SPOR-2-300x169

Di vê çarçoveyê de dewriyekî nû yê werzîşê bi navê “Reqa di dilê me de ye” bi beşdariya 14 tîmên fotbolê ji bajarê Reqa û gundewarên wê, organîze kir.

Dê di dawiya dewrî de, lîstokvanên herî baş bên hilbijartin da tevlî kluba Werzişê ya Reqayê bibin.

Matşa yekem a dewrî di navbera herdu tîmên El-Hîşe û El-Ensar de li Stadgeha Navçeya Eyn Îsa ya kantona Girê Spî dest pê kir. Bi dehan cemawerên herdu tîman û endamên komîteyê amade bûn.

Di beşê yekê yê matşê de tu tîm bi ser neket, lê di şûtê duyem de Tîma El-Ensar li bermaberî El-Hîşe 4-2 bi ser ket.

Komîteya Ciwan û Werzîşê xebatên ji bo organîzekirina matşên 12 tîmên din didomîne, da ku lîstokvanên herî baş hilbijêre û kluba Wezişê ya Reqayê ava bike.

(rr/he)

ANHA


Viewing all articles
Browse latest Browse all 534