Quantcast
Channel: Ciwan – ANHA
Viewing all articles
Browse latest Browse all 534

Ji bo pêşxistina jinên ciwan navend hate vekirin

$
0
0

 

HESEKÊ   Desteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Cizîrê li bajarê Hesekê Navenda Pêşxistin û Perwerdekirina Jinên Ciwan a Şehîd Berfîn vekir.HSK-VIKIRINA-NAVENA-JININ-CIWAN (5)

Ev navend bi nêzîkbûna 25’ê Mijdarê ‘roja navnetewî ya têkoşîna li hemberî tundiya li ser jinê’ re li Taxa Salihiyê ya bajarê Hesekê bi merasîmekê hate vekirin.

Hevseroka Desteya Karê Derve Sîham Qiryo, Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê Hemrîn Elî û bi dehan ji endamên Yekîtiya Jinên Ciwan û ciwanên bajarê Hesekê amade bûn.

Piştî ku dayîka Şehîd Berfîn, Fehîme Îbrahîm benê vekirina navendê birî, merasîm dest pê kir.HSK-VIKIRINA-NAVENA-JININ-CIWAN (6)

Paşê Sîham Qiryo derbarê rola jinên Rojava di hemû warên jiyanê de axivî û got ku jinan hêza xwe ya di nava civakê de nîşan dane.

Sîham Qiryo hêvî kir ku ev navend ji bo pêxketina jinên ciwan roleke baş bilîze. Piştre girêdayî mijara tundiya li ser jinê şanoyek hate pêşkêşkirin.

(he)

ANHA

HSK-VIKIRINA-NAVENA-JININ-CIWAN (4) HSK-VIKIRINA-NAVENA-JININ-CIWAN (2) HSK-VIKIRINA-NAVENA-JININ-CIWAN (1) HSK-VIKIRINA-NAVENA-JININ-CIWAN (7)


Viewing all articles
Browse latest Browse all 534