Quantcast
Viewing all articles
Browse latest Browse all 534

Jina ciwan soza domandina têkoşînê ji bo azadiya Ocalan da

HELEB – Tevgera Jina Ciwan a bajarê Helebê tecrîda li ser Ocalan şermezar kir û soza domandina têkoşînê da.

Bi dehan Endamên Tevgera Jina Ciwan li navenda Şehîd Xemgîn Cûdî ya YCR′ê kom bûn, alên  Tevgera Jina Ciwan û wêneyên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan û derbarê tecrîda li ser Ocalan de daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

″Ji destpêka şoreşa Bakurê Sûriyê ve em xwe birêxistin dikin. Bi vê rêxistinê me hebûna xwe di hemû saziyan de îsbat kir. Her wiha me YPJ′ê ava kir û gelek çalakî li dar xistin.

Divê em xwe pêş bixin, da bikaribin jina ciwan ji pirsgirêkan rizgar bikin. Divê em çalakiyên xwe li ser bingeha azadiya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, li dar bixin.

Em soza domandina têkoşînê heta azadkirina jina bindest û Rêbertiyê, didin″.

Di dawiyê de dirûşmeyên daxwaza azadiya Ocalan û silavkirina berxwedana şervanên azadiyê, hatin berzkirin.

(mm)

ANHA


Viewing all articles
Browse latest Browse all 534