DANÎ EBDULSELAM – ŞÊRÎN HASFIZ
MINBIC – Bi avakirina Tevgera Ciwanên Ereb û Meclîsa Ciwanên Minbicê re, rêxistina ciwanan xurt bû, ji milê hişmendî de pêş ketin û rola wan di avakirina civakê de aktîf bû.
Di 18′ê meha mijdara sala 2016′an de kogreya ciwanên Ereb hat lidarxistin û Tevgera Ciwanên Ereb ên Demokratîk hat avakirin.
Piştî ku Meclîsa Ciwanên Minbicê û gundewarên hat avakirin, rêxistina ciwanan fireh bû û ciwanên ji hemû pêkhateyan girtin nav xwe.
Vekirina Akademiya Şehîd Hozan Can
Di 6′ê meha Çile de, wekî gava yekem Akademiya Şehîd Hozan Can a bîrdozî hat vekirin û dewreya yekem di 11′ê Çile de bi beşdariya 25 ciwanan hat vekirin. Piştî 15 rojan dewre bi dawî bû.
Xebatên pêşxistina ciwanan di warê fikirî dom kirin û di 7′ê meha Sibatê de dewreya duyemîn bi beşdariya 27 ciwanan hat vekirin. Armanca ji vekirina dewreyan belavkirina fikirê demokrasiyê, biratiya gelan û wekheviya di navbera hemû pêkhateyên civakê de, her wiha aktîfkirina ciwanan di xebatên avakirina civakê de û paqijkirina mejiyê wan ji fikirê çeteyan.
Rêxistina ciwanan fireh dibe
Bi avakirina Komîteyên Ciwanan ên xetên gundewarên Minbicê yên ″Ebû Qelqel, El-Heye, El-Ewaslî û El-Muhterif″ re, rêxistina ciwanan fireh bû û ciwanan gundewarên Minbicê hatin rêxistinkirin.
Piştî ku ciwanan rêxistina xwe xurt kirin, di 14′ê Sibatê de çalakiya şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, li dar xistin.
Di 20′ê meha Nîsanê de jî li Akademiya Şehîd Hozan Can dewreya 3′yemîn bi tevlîbûna 15 ciwanên jin, her wiha di 10′ê meha Gulanê de jî, dewreya 4′emîn bi beşdariya 25 ciwanan hat vekirin.
Jina ciwan hêza xwe da xuyakirin
Li bajarê Minbicê jina ciwan bi beşdariya xebatên rêxistinî û perwerdekirina ciwanan de, roleke girîng lîst û ji nîrên ku civakê li ser ferz kirine, azad bû.
Cîgira Hevserokatiya Komîteya Ciwan û Sporê Sûreya Ishaq da zanîn ku jina ciwan li bajarê Minbicê tirsa ji desthilatdariya zilam derbas kir û beşdarî xebatên saziyên bajêr bû.
Ciwanan xebatên xwe di warê rêxistinî de domandin. Di çarçoveyê Komîteya Komîteya Çand û Hunerê ku beşdarî şahiyên bajêr bibe, Komîteya Disiplînê, Yekîtiya Ciwanan ku turnovoyên sporê amade dike û rola jinê di qada sporê de aktîk dike.
′Welat welatê me ye, tolhildan soza me ye′
Ciwanên Minbicê di 14′ê meha Hezîranê e hemleya ″Welat welatê me ye, tolhildan soza me ye″ dane destpêkirin. Armanca ji vê hemleyê beşdariya ciwanan di nava hêzên parastinê û çalakiyên daxwaza azadiya Ocalan de ye.
Piştî ragihandina hemleyê, belavokên danasîna hemleyê hatin belavkirin û ciwan li gel Hêzên Ewlekariya Hundirîn beşdarî nobedariya şevê bûn û bajarê xwe parastin.
(mm)
ANHA