EFRÎN– Festîvala şehîd Erdal ya lîstokên çandî û spore ku ji aliyê Yeketiya Ciwanên Rojava li navçeya Cindêrisê hatibû destpêkirin, bi xelatkirina beşdaran bi dawî bû.
Şeva berê yekem festîvala lîstoka çandî û sporê li navçeya Cindêrisê hate lidarxistin. Festîval li li dibistana şehîd Ronahî ya navçeyê bi beşdarbûna nûnerên YCR`ê, kongra star , TEV-DEM û bi sedan ji welatiyan destpê kir.
Dibistan bi alên YCR`ê,YJC`ê , kongra star, TEV-DEM û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û şehîdan hate xemlandin.
Festîval di roja xwe ya duyemîn de bi stranên endamên Peymangeha Ariya destpê kir.
Festîval bi xelatkirina beşdaran bi dawî bû.
(jo)
ANHA