SERÊKANIYÊ- Yekem konferansa Ciwanan bi durişmeya ʺbi rihê tolhildana şehîd Samir û şehîd Leheng, ber bi Neteweke Demoqratîk veʺ bi beşdarbûna sedan ciwanên Til Temir û Serkaniyê hate lidarxistin.
Konferans bi beşdarbûna sedan ciwanên Til Temir û Serêkaniyê li navenda Çand û Hunera Demoqatîk a waşûkanî ya bajarê Serêkaniyê tê darxistin.
Salona konferansê bi alên ciwan û rengên ku nûnertiya pêkhateyên herêmê dikin hatiye xemilandin. Di salonê de her wihya pankartên bi nivîsên ʺBi pêşengtiya jinên ciwan, perrçe bike koletî, ava bike azadî, azad bike rêbertî û li dijî xeta îxanetê helwesta me ya herî zelalʺ hatiye xemlandin.
Konferans bi rêzgiritinê destpê kir û dîwana rêveberiya Konferansê hate hilbijartin. Konferans bi axaftinan didome.
(ef/dc)
ANHA