KOBANÊ – Ciwanan ji bo şermezar kirina siyasetên faşist ên hikûmeta AKP’ê ku li dijî girtiyên siyasî û parlamentên Bakurê Kurdistanê pêk têne meşiyan. Ciwanan tekez kirin ku ew ê bi hemû hêza xwe piştgiriya çalakvanên gireva birçîbûnê bikin.
Bi dehan ciwanên kantona Kobanê bi aramnca şermezarkirina siyasetên Hikûmeta AKP’ê ya li dijî girtiyên siyasî bi diruşmeya “Bi rihê berxwedana Imraliyê em ê berxwedanê mezin bikin û berxwedana girtîgehan silav bikin” meşiyan. Ciwanan di meşa xwe de destnîşan kirin ku dê bi hemû hêza xwe pişgiriya berxwedana girtiyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê bikin.
Ciwan ji taxa Mektele ya li rojhilatî bajarê Kobanê dest bi meşê kirin û berê xwe dan konê gireva birçîbûnê ku li gundê Şêranê hatiye vedan. Ciwanên meşvan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, ala Yekîtiya Ciwanên Rojava, YPG û YPJ vekiribûn, her wiha bê navber diruşmeyên piştgiriya berxwedana girtiyan beriz dikirin.
Ciwanê bi navê Şoreş Ehemed ku tevlî meşê bû got ku ew berê xwe didin konê piştigiriyê ku şêniyên Kobanê ji bo pişgiriya berxwedana girtîgehan vedan û wiha dom kir: “Divê dewleta Tirk baş bizane ku bi van kiriyarên xwe dê nikaribe vîna gelê kurd bişkîne. Berûvajî vê yekê dê israr û îradeya wan ya berxwedanê zêde bike.”
Ciwana bi navê Bîter Elî jî got ku armanca wan a sereke ji meşê pişgiriya girtiyên siyasî ku ev 54 roj in di girava birçîbûnê de ne. Bîter Elî her wiha got ku ewê bi hemû hêza xwe pişgiriya berxwedana Bakurê Kurdistanê û tevahî Kurdistanê jî bikin.
Jina ciwan a bi navê Cemîla Hesen jî got ku ew wekî ciwanên Rojava bi hemû hêza xwe pişgiriya berxwedana girtiyan û di heman dmeê de pişgiriya hemleya NA ku li dijî refirandomê hatiye ragîhandin dikin û wiha dom kir: “Dawiya Erdogan nêzîk bû ye. Gelê kurd heta xilas nebe û ji zulmê rizgar nebe, dê berxwedana xwe ranewestîne.”
Ciwanên ku heta konê piştgiriyê meşiyan ji aliyê çalakvanên girava birçîbê bi diruşmeyan hatin pêşwazîkirin.
(dc)
ANHA