HESEKE –Komîteya Amadekar a KOngreya Ciwanên Kurd bi armanca pênasekirina kongreyê bi ciwanan re civiya.
Civîna ku li Dibistana Ebulqadirî ya li taxa Miftî yaHesekê hate lidarxistin, bi rêzgiritinê destpê kir. Paşê Endamê Komîteya Amadekar a Kongra Ciwanên Kurd li Rojava Nêçîrvan Osman axivî û diyar kir ku piştî rêzecivînan biryar giritin ku kongireya xwe lidar bixin û destnîşan ki ku Ciwanên kurdê ku di dema rêjîmê de ji hemû mafên xwe bêpar mabûn, divê îro xwe baş rêxistin bikin û bibin xwedî rol di nava civakê de.
Osaman di berdewama axaftina xwe de got ku ji ber ku armanca wan ji kongreyê yekîtiya ciwanan e dê Komîteya Amadekar nerîn û pêşniyarên hemû ciwanan bigir e û di ber çavan re derbas bike.
Di berdewama civînê de Endamê Komîteya Amadekar Ezîz Hemo jî axivî û ev tişt anî ziman: ʺDi şoreşa Rojava de ciwanên kurd rola xwe ya pêşengtiyê pêk anîn û di asteke bilind tekoşîn meşandin.ʺ
Ezîz hevpeymana Civakî ya bibrî xist û tekez kir ku li gorî mafên di hevpeymana civakî de hatine diyarkirin, ciwanên kurd dê kongreya xwe ji bo yekêtiya ciwanên li her çar parçên Kurdistanê li dar dixin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: ʺDivê em bi yek dengî bêjin na ji koletiyê û newkheviyê re.”
Piştî axafitnan berisva pirsên ciwanan hate dayîn û civîna ku bi beşdarbûan dehan ciwanan hate lidarxistin, bi dawî bû.
Tê payîn ku ciwanên Kurd di 31ʹê Adarê de Kongreya xwe lidar bixin.
(kz/dc)
ANHA