NAVENDA NÛÇEYAN – Ciwanên Sûriyeya Demokratîk di kongreya Damezrîner a Ciwanên Sûriyeya Demokratîk de, sembola xwe diyar kirin.
Ciwanan di bin dirûşemeya ″Bi ciwan, bi zanist, bi hevgirtin, bi hêzê em ê Sûriyeke Demokratîk û Federal ava bikin″ kongreya xwe bi beşdariya nûnerên ciwanên tevahî bajarên Sûriyê û kesayetên siyasî û leşkerî, li bajaroka Rimêlanê hat lidarxistin.
Di kongreyê de piştî nîqaşan, ciwanan li hev kirin ku sembola Ciwanên MSD′ê ji bo Meclîsa xwe diyar bikin.
Sembol bi rengên spî û keske û di navberê de nexşeya Sûriyê bi rengê zere. Di semolê de ″Meclîsa ciwanên MSD′ê″ bi hersê zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî hatiye nivîsîn.
(mm)
ANHA