TIRBESPIYÊ – Mamosteyan êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava-Bakurê Sûriyê şermezar kirin.
Desteya Perwedeyê li bajarê Tirbespiyê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê û Şehbayê meşek lidarxistin. Bi sedan mamoste beşdarî meşa ku ji ber Dibistana Şehîd Hesan destpê kir, meşavanên ku bê navber diruşme davêtin û pankartên bi nivîsên “Mirin ji hêzên komploger e”, “Bijî berxwedana Îmraîlî” û alên kurdî vekiribûn vekiribûn di nava sûka bajar re derbas bûn. Meşvanan bê navber diruşme avêtin û êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser herêma Şehba û Efrînê bi tundî şermezar kirin , heta avahiya Şaredariya Tirbespiyê meşiyan.
Li vir daxuyanî hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê Mamoste Munîd Fetah ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de kiryarên Dewleta Tirk û êîşa wê ya li ser Efrînê û herêmên Şehbayê şermezar kirin û hate gotin ku Tirkiyê bi vê yekê piştgiriya komên çete yên DAIŞ’ê dikin.Tirkiyê bi awayekî hovane êrîşî gundên ku ji aliyê hêzên Sûriya Demoraktîk ve hatine rizgarkirin û li van gundan komkujî pêk anîn.
Mamosteyan destnîşan kirin ku ew ê bi hemû hêza xwe piştigiriya gelê Efrînê û herêmên Şehbayê bikin da ku pirojeya demokratîk li herêmê biserkeve.
Meşvanan bi diruşmeyan dawî li çalakiya xwe anîn.
(dc)
ANHA