KOBANÊ – Yekîtiya Ciwanên Rojava fîlmekî dîkomênterî li ser kurte jiyan û xebatên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û hin gotinên wî derbarê Ciwanan û avakirina Civaka Azad de pêşkêş kirin.
Di çarçoveya çalakiyên ku Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) li tevahiya Rojava organize dike de û ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Ocalan Ciwanên Kobanê belgefilimek li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û xebatên wê amade kirine. Belgefilim wê li qada Jinê ya taxa Botana a Kobanê hate pêşkêşkirin. Piştî belgefilim bi dawî bû ciwanan bê navber diurşmeyên dilsoziya bi Ocalan re beriz kirin.
Di fîlmê dîkomênterî de hin aliyên jiyanî û xebatên Ocalan ji bo doza gelê Kurd, her wiha hin gotin û pespektîfên wî yên ji ciwanan re hebû.
Di demên pêş de wê belgefilim li tax û deverên din jî bê pêşkêşkirin.
(rr/dc)
ANHA